Li Hewlêrê hejmareke konên koçberên Efrînê şewitîn
Li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên 8 malbatên koçberên Efrînê şewitîn û di encamê de hemû kelûpelên wan ji nav çûn, lê ziyana canî neghişt ti kesî.
Hejmareke koçberên ku piştî şerê Efrînê hatibûn Herêma Kurdistanê û li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên xwe vedabûn, ne di nav kampê de dijîn, lê li çolekê ji xwe re kon vedabûn, ji ber elektirîkê hemû tiştên wan şewitîn.
Penabera ji Efrînê Fatma Ebdurehman dibêje: “Hemû titştên me, pereyên me şewitîn. Agir bi konên me ket her tişt şewitîn.”
Ebdulhesen Reşîd jî got: “Hun jî dibînin her tişt şewitîne. Heta ku me zarokên xwe derxistin hemû tiştên me û îqameyên me, nasnameya sûrî û belgeya min a leşkerî jî şewitîn.”
Xwediyên konan li dokumentên ku li Herêma Kurdistanê ji bo penaberiyê wergirtine di nav kelûpelên şewitî de geriyan, lê tişt nedîtin û tîma şaredariyê ya Daretoyê jî zû dest bi paqijkirina tiştên şewitîne kirin.
Penaber Omer Ebdulreşîd jî dibêje: “Min goşt kirîbû min dixwest ligel malbata xwe bixwim ew jî şewitî. Tenê ev Qurana di destê min de ma neşewitî ye. Televîzyon moberîde û heta ku hesin jî şewitîn. Agir gelek bilind bû, lê Qurana min wek xwe ma.”
Nêzîkî sed malbatên koçber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dûrî kampên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xwe re kon vedane û mal ava kirine.