Hezîran 04, 2021 22:01 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Dewleta Tirkiyê 3 gundên Zaxoyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 3 gundên ser bi bajaroka Batîfayê ya Zaxoyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ku gelek deverê li bakura Iraqê dagir kirine îro gundên Şeraniş, Lêvanê û Busilê yên ser bi bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxoyê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê li derdora gundan şewat derket. Gelek ziyan li rez û baxçeyên welatiyan bû.

Ji ber êrişên bejahî û hewayî yên artêşa Tirkiyê gelek gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û herwiha bi sedan hektar zevî, bax û daristanên navçê şewitîne û ziyanên giranên maddî û canî li xelkê herêmê ketine. Tevî vê yekê artêşa Tirkiyê dest bi qutkirina darên bax û daristanên Herêmê kiriye û wan derbasî nav axa Tirkiyê dike.

Serepeyv