Parêzgarê Dihokê bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwest PKK ji vê Herêmê derkeve
Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Dihokê Elî Tatar îro beşdarî civîna encumena parêzgeha Duhokê bû. Piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan. Peyamnêrê BasNewsê jî amade bû.
Parêzgarê Dihokê li ser şerê PKK û Tirkiyê û ziyanên ku gehîştine xelkê, got, em li dijî hebûna her hêzeka ne rewa ne li Herêma Kurdistanê. Em daxwaz dikin PKK ji nav xaka Herêma Kurdistanê derkeve ji ber ku şerê Tirkiye û PKKê ziyan digehîne xelk û jîngeha Kurdistanê.
Piraniya karzanên herêmê hişyarş didin hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Tirkiye PKKê ji xwe re kiriye hecet, lê hedefa wê ya sereke jinavbirina statû û deskevtiyên Herêmê ye.
Elî Teter her wiha bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê got, Herêma Kurdistanê herêmeka azad e û mafê PKKê nîne şer û aloziyê li vir derxîne.
Parêzgarê Dihokê herwiha anî ziman ewê hewl bidin ew gundên ku ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine valakirin, di demek nêzîk de qerebû bikin.