PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand
Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşînê 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Medya fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku hêzên wan di 21ê Gulanê de li devera Avaşînê li nav axa Herêma Kurdistanê binkeyeke leşkerên artêşa Tirkiyê kiriye armanc û di encamê de 6 leşkerên Artêşa Tirkiyê kuştine.
Hevdem Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de li ser medya civakî dîmenên destbiserdegirtina beşek ji çek û teqemeniya PKKê li navçeya Metîna belav kiriye.
Li gor amarên Fermî yên Tirkiyê di destpêka operasyona di 23ê Nîsanê de bo ser li navçeyên Zap Metîna û Avaşînê 116 hêzên PKKê canê xwe ji dest daye û 6 leşkerên wan jî di van operasyonan de hatine kuştin.
Li aliyê din Murat Karayilan Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê ragihand ku heya niha 196 leşkêrên Tirkiyê hatine kuştin û 20 leşker jî birîndar in. Herwiha di van operasyonan de 18 hêzên PKKê jî canê xwe ji dest daye û çaranûsa 6 gerilayan jî nediyar e.