Berpirsekî Herêma Kurdistanê: Eger nirxa neftê erzan jî bibe bûdceya Herêmê kêm nabe
Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê dibêje, eger nirxa petrolê erzan jî bibe pişka bûdceya Kurdistanê kêm nabe.
Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê û endamê şanda danûstankar ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ebdulhekîm Xesro ji BasNewsê re got, qanûna bûdceya sala 2021 ya Iraqê piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser bûdcê hat pesendkirin.
Ebdulhekîm Xesro her wiha got, qanûna bûdcê û rêkeftina han dibe bingehek baş bo çareserkirina gelek pirsgirêk.
Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê her wiha da xuyakirin, tevahiya daxwaziyên Herêma Kurdistanê di qanûna bûdcê de nehatine, lê herî kêm mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê hatine misogerkirin.
Wî endamê şanda hikûmetê her wiha anî ziman, ji bo ku berpirsên Iraqî pabendî rêkeftinê bibin divê şandeka hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
Wî berpirsê hikûmetê behsa rola serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêkeftina bûdcê de jî kir û got, bêhnfirehiya Mesrûr Barzanî û tîma danûstankar û piştevaniya parlementa Herêma Kurdistanê bûn sebeb ku aliyên Iraqî bawerî bi raport û pêşniyarên Herêma Kurdistanê li ser bûdcê bînin û pê razî bibin.
Bi gotina Ebdulhekîm Xesro, eger nirxa petrolê erzan jî bibe pişka Kurdistanê kêm nabe ji ber ku çareserkirina kêmbûna bûdcê wezîfeya hikûmeta Iraqê ye.