Nîsan 03, 2021 21:28 Asia/Tehran
  • Pisporekî neftê: Herêma Kurdistanê êdî dikare bibe xwedanê şîrketa xwe ya neftê

Pisporekî nefê dibêje, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser pişka Kurdistanê di bûdceya Iraqê de belgeya wê yekê ku êdî astengiyên hiqûqî û qanûnî li pêşiya firotina nefta Kurdistanê nemîne.

Pisporê neft û petrolê û şîretkarê berê yê wezareta samanên sirûştî ya Kurdistanê, Dr. Elî Belo ji BasNewsê re got, sûda rêkeftina Hewlêr û Bexdayê di vir de ye ku bazar geş dibe û bûdce bo Kurdistanê tê. Siyaseta neftê dîsa di destê hikûmeta Kurdistanê de dimîne. Di rastiyê de Iraq bi vê rêkeftinê bi fermî qebûl kir ku Kurdistan bi xwe nefta xwe bifroşe. Ev rêkeftin rê dide da ku Kurdistan jî bi fermî nefta xwe bifroşe û bi şîrketên cîhanî re girêbest îmze bike û dikare şîrketa niştimanî ya neftê jî ava bike û gilî û gazindên Bexdayê jî namîne.

Dr. Elî Belo her wiha got, çawa li Iraqê şîrketa SOMO heye bila Kurdistan jî şîrketa neftî ya bi navê KOMO ava bike, ji ber ku êdî ti astengiyek qanûnî û hiqûqî li pêşiya wê nemaye.

Serepeyv