Adar 29, 2021 21:29 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê di nav Wezareta Elektrîkê de gulle zilamekî gulle berdan jinekê

Li Hewlêrê li nav Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê li dijî jineke karmend êriş pêk hat û ew bigiranî birîndar bû.

Li nav avahiya Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê , karmendekî Wezareta Elektrîkê bi çekê êrişî jineke karmend kir.

Li gorî zanyariyan herdu karmendan li du beşên cuda yên Wezareta Elektrîkê kar dikirin. Di saet 10.30’an de zilam çûye beşa ku karmenda jin kar lê dike, piştî axaftinê gullan ber bi wê berdide. Karmanda jin bi giranî birîndar bû û ew rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxana Hewlêrê.

Berdevkê Rêberiya Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rojnews’ê re ragihand ku polîs bi lêkolîna bûyerê re mijûl e û zilmê êrişkar jî desgîr kiriye.

Serepeyv