Adar 29, 2021 11:57 Asia/Tehran
  • Li Şengalê; Xwenîşandana dijî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li sser asayîkirina rewşa vê navçeyê

Beşeka alîgirên Konseya Xwerêveber a Şengalê li dijî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser asayîkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Duh Yekşemiyê 28ê Adara 2021ê, Hejmareke êzdiyên alîgirê Konseya Xwerêveber a Şengalê wek nerazîtiya li hemberî lihevkirina pêkhatî navbera Hewlêr û Bexdayê li ser asayîkirina Şengalê, ku li ser derketina gişt hêzên çekdar ji vê navçeyê pêgiriyê dike, xwenîşandanek li dar xistin.

Ev xwenîşandan piştî wê yekê pêk hat ku hêzên berxwedana Êzdîxanê ku ji şêniyên Şengalê pêk hatiye ragihandin ku artêşa Iraqê heta 1ê Nîsanê molet daye wan ku ji Şengalê derkevin.

Wan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi tu awayî peymana Hewlêr û Bexdayê napejirêînin; Ji ber ku tiştê hatiye serê Şengalê (êrîşa DAIŞê ûş tevkujiya Êziyan) encama siyasetên Hewlêr û Bexdayê bûye û bi riya vê lihevkirinê dil hene heman siyaset dubare bibin.

 

 

Serepeyv