Adar 26, 2021 15:57 Asia/Tehran
  • Li Batifayê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

Li nehiya Batifayê ya bi ser Zaxoya Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, hêzên PKKê îro êrişî baregeke serbazên Tirkiyê ya di nav sînorê parêzgeha Zaxoyê de kir.

Birêveberê nehiya Batîfayê Dilşêr Ebdulsetar got “Gerilayên PKKê li Gundê Grebiyê êrişî baregeheke serbazên Tirkiyê kirin û piştre firokeyên cengî yên Tirkiyê saet di 17:30 de ew gund bombebaran kirine.”

Dilşêr Ebdulsetar diyar kir ku wê herêma ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bombebaran kirin tu kes li wê derê jiyan nake û di derbarê êrişê de tu agahî nehatine bidestxistin.

Li gorî ragihandina Rûdawê, Balafirên cengî yên Tirkiyê Gundê Grebiyê bombebaran kirine û balafirên bêpîlot bi berdewamî li ser heremê çavdêriyên dikin.

Li gundên Bankê Serû û Bankê Xwarû jî di navbera şervanên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di derbarê şer de heta niha ne PKK û ne jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê tu daxuyaniyek belav nekirine.

Serepeyv