Adar 21, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Rûdawê: Rêkeftina Kurd û Şîeyan hilweşiya

Çavkaniyek ji şanda Danûstandinkar a Herêma Kurdistanê re ragihand ku aliyên Şîe ji rêkeftina li gel Herêma Kurdistanê ya derbarê budceyê de poşman bûne. Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê jî ragihand ku rêkeftina di navbera Kurd û Şîeyan de hilweşiyaye.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê ragihand, ku aliyên Şîe ji rêkeftina li şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê paş de gav avêtin û endamekî wê şanda Kurdistanê diyar kiriye “tevî rûniştin û giotûbêjan, aliyên Şîe rijd in li ser wê ku deqekî nû bixin nav rêkeftinê û dibêjin, `eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend nebe, dê hemû şayesteyên darayî bibirin`.”

Li gor peyamnêrê Rûdawê, her çiqas rêkeftin bi dawî hatibû, lê di çapê de deqa wê hatibû guhertin û endamekî Kurd jî bi wê zanîbû ku deqê rêkeftinê hatiye guhertin.

Peyamnêrê Rûdawê derbarê helwesta aliyên Kurdistanî de li wê guhertinê got, “Fraksiyonên PDK û YNKê xwe yekalî kirine ku beşdarî rûniştinê nabin, lê fraksiyona Hîwa xwe yekalî nekiriye û gotûbêj berdewam in. Niha Serokê Parlemanê Mihemed Helbusî û Cîgirê Serokê Parlemanê Beşîr Hedad li gel şanda Herêma Kurdistanê di civînê de ne.”

Çavkaniyek ji şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “Aliyên Şîe du caran guhertin di deqa duh de kirine ku li ser rêkeftin hebû.”

Li gor maddeya 11 a pêşniyarqanûna, li hember pabendnebûna Herêma Kurdistanê bi rêkeftinê, qanûna çavdêriya darayî li beramber neşandina rojane kêmtir ji 250 hezar bermîl petrolê, bi qasî pişka nehatiye şandin ji budceyê tê qûtkirin.

Lê niha aliyên Şîe birgeyek di wê maddeyê de bicih kirine ku li gor wê, eger Herêma Kurdistanê pabend nebe bi rêkeftinê, dê ti budceyek ji Iraqê neyê şandin.

Serepeyv