Baregeha PDKê li Helebcê rastî êrişa çekdarî hat
Adar 20, 2021 09:33 Asia/Tehran
Baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li bajarê Helebcê rastî êrişa çekdarî hat.
Derengiya şeva ku dikeve ser Înê baregeha PDKê li bajarê Helecê rastî êrişa çekdarî hat.
Li ser wê mijarê, berpirsê liqa 12 ya PDKê li Helebcê, Nûredîn Beşaretî ji BasNewsê re got, ji du aliyan ve teqe li baregeha me hat kirin û gelek gulle li avahiyê ket.
Nûredîn Beşaretî her wiha got, çekdaran bi matorsîklêt û otomobîlê teqe kirin û reviyan.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, tenê ziyanên madî li baregehê ketine û tiştek bi kesî nehatiye.
Nûredîn Beşaretî daxwaz ji berpirsên ewlehiyê yên Helebcê kir dûvçûnê bo wê yekê bikin û yên ku teqe li baregeha wan kirine, bigirin û teslîmî dadgehê bikin.