Adar 12, 2021 17:38 Asia/Tehran
  • Derengiya şevborî li Silêmaniyê ji ber pevçûnek 2 kes mirin

Duh êvarî di derengê şeve de li gazînoyeke bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji ber şer û teqekirinê 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Hawarçûnê yê Silêmaniyê Saman Nadir ji BasNewsê re axivî û da zanîn duhê êvarî derengê şeva borî saet 01:30an li Çeq Çeqa Silêmaniyê şer di navbera çend kesan de derket û aliyan bi çekan teqe li hevdu kirine.

Herwiha Saman Nadir dibêje ji ber wî şerî bi çekan 2 kes birîndar bûne û 2 kes jî mirine.

Di berdewamiyê jî de Saman Nadir ragihand termên herdu kesên mirî li dadgeha pizîşkîne û 2 birîndar jî di jêr tedawiyê dene.

Serepeyv