Pêşangeha wêneyên kîmyabarana Helebce yên nehatine parvekirin
Wêneyên kîmyabarana Helebce yên ku hate niha nehatin nîşandin li Helebce di pêşangehekê de hatin pêşandan.
Li Monomenta Helebce 40 wêneyên kîmyabarana Helebce ku ji aliyê 4 wênekêşên Îranî ve hatibûn kişandin û 34 ji wan cara yekemînin tên nîşandan, di pêşangehekê de hatin pêşandan.
Rêveberê Monomenta Helebce Serxêl Xefar diyar kir ku wê van wêneyan hemûyan li galariya monomenta Helebce bi kar bînin û got: “Îro em vegeriyayîn rastiya sûcê mezin ê kîmyabarana Helebce. Vê ev rojane ti caran ji bîr neçin.”
Yek ji wênekêşan Murteza Şebanî bala kêliyên kişandina wêneyan kir û got: “Em tîmen bûn ji Îranê ji bo girtina wêneyan û belgekirina kîmyabaranê hatibûn Helebce. Ew kesên ku di kîmyabaranê de jiyana xwe ji dest dayîn me dîtin. Me êş dikand, weke zarokên min bin. Hest û soz li ser me serdest bû, min nedikarî zêde wêneyan bigirim. Min tenê çend wêne girtin, heta niha qet nehatine parvekirin.”
Di kîmyabaana Helebce ya 16’ê Adara 1988’an de 5 hezar kes bûn qurbanî. Her sal bi çalakiyên cuda tên bi bîranin.