Karmendên paqijiyê yên Silêmaniyê neçûn ser kar
Ji ber ku mûçeyê karmendên paqijiyê yên Silêmaniyê nadin, naçin ser kar. Ji ber vê jî rê û kolanên Silêmaniyê tije gelaş bûne. Karmend dibêjin heya daxwazên wan pêkneyên ewê neçin ser kar.
Duh êvarî karmendên paqijiyê yên kampanyaya Şakir, Herêm û Şînkî yên herêma Silêmaniyê, ji ber ku mûçeyê wan 3 mehe nayê dayîn, neçûn ser kar û boykot ragihandin.
Ji ber ku karmendan paqijî nekirin, rê û kolanên Silêmaniyê wek xwe man û gelaşek zêde kombû.
Berdevkê kampanyaya Şakir Dana Îsa derbarê mijarê de got; “Karmendan mûçeyê xwe yê 3 mehan wernegirtiye, hikumet jî 4 mehe ti xercek ji bo kampanyayê nekiriye. Ji bo vê duh êvarî me kar boykotkir. Em bang li hemû karmendên herêma Silêmaniyê dikin, heya negihin mafên xwe dest bi kar nekin.
Peymana kampanyayan û şaredariyê hatiye nûkirin, lê 3 mehe Desteya Wezîran îmze nekiriye. Ji ber vê jî xerca kampanyayan û mûçeyê karmendan nayê dayîn.