Papa Francis piştî lidarketina merasima qedasetê li Hewlêrê, spasiya gelê kurd kir
Piştî lidarketina qedaseteke mezin li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî li Hewlêrê, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê bi rê ket.
Di merasîma birêketinê de li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji berpirsên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.
Papa Francis îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetir ji 10 hezar kesî, beşdarî merasîmekê li Yarîgeha Franso Herîrî bû, tê de gotarek pêşkêş û qudaseteke olî li dar xist.
Papa di gotara xwe de tekezî li ser aştî û lêborînê kir û ragihand, “Divê em hemû pend û waneyan ji êş xwe werbigirin.”
Papa herwiha got: “Gelek ji birayên we birînên tundiyê li gewdê xwe hildigirin, sebr û dilovaniya wan hîşt ku bême cem we.”
Di dawiya gotara xwe de, Papa Francis spasiya amadekarî û lidarxistina wê qudasetê kir û got: “Ji dil ve spasiya xelkê kurd ê birêz, hikûmet û desthilata sivîl dikim.”
Herwiha Papa Francis got: “Vedigerim Vatîkanê, lê her dem Iraq di dilê min de dimîne.”
Piştî bi dawîbûna merasîma qesadiyê Papa Francis, ber bi Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rê ket û ji Hewlêrê ber bi Bexdayê ve çû.