Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê gundek Aşûriyan bombebaran kir
Sibat 27, 2021 09:58 Asia/Tehran
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêma Siyanê ya Gare û gundê Çemerobotikê yê Aşûriyan bombebaran kirin.
Li gorî medya Herêmî balafirên şer ên dewleta Tirkiyê duh devera Siyanê ya Garê û derdora gundê Çemerobotikê yê Aşûriyan li Herêma Kurdistanê 2 caran bombebaran kirin.
Têkildarî ziyana madî û canî hîn ti agahî bi dest neketiye.