Artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê bombebaran dike
Sibat 10, 2021 11:28 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê yê devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê bombebaran dike.
Dewleta Tirkiyê bi balafir û helîkopteran, bi giranî Çiyayê Garê bombebaran dike. Bombebaran hîna jî dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin balafir û helîkopterên dewleta Tirkiyê, ji saet 03:00’an ve Çiyayê Garê yê li Herêma Behdînanê bombebaran dike.
Li gorî çavkaniyan bombebarana li ser herêmê hîn jî dewam dike. Derbarê ziyanên bombebaranê de tu agahî nehatine bidestxistin.