Sibat 10, 2021 00:54 Asia/Tehran
  • Lijneya darayî ya Parlemana Iraqê: Pirsgirêka beşa budceya Herêma Kurdistanê ber bi çareseriyê ve diçe

Biryarderê lijneya darayî li Parlemana Iraqê ragehand, ku pirsgirêka beşa budceya herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê ber bi çareseriyê ve diçe.

Biryarderê darayî Ehmed Sefar ji Sumeriye News re ragehand, atmosfera civînên îsal ên şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê erênî bû.

Ehmed Sefar ragehand, hikûmeta herêma Kurdistanê cîdîbûna xwe bo gihêştina rêkeftinê nîşan daye û bi belge ve bersiva pirsên lijneya darayî ya Parlemana Iraqê daye.

Herwaha geşbîniya xwe ya ji bo gihêştina rêkeftina dawiyê ya çareser kirina pirsgirêka beşa budceya herêma Kurdistanê nîşan daye û ragehand: ‘’Em geşbînin ji bo gihêştina rêkeftina dawî, ku bi awayekî be beşa budceya herêma Kurdistanê li gor yasa û destûrê bê garantî kirin.’’

Serepeyv