Tirkiyê çend gundên devera Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê bombabaran kir
Peyamnêrê Rûdawê da xûyakirin ku, duh balafirên cengî yên Tirkiyê gundê Şênê yê li devera Pişder a Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gor agahiyên destpêkê, ji ber bombebaranê zirar gihîştiye hejmarek mal û avahiyên gundiyan, lê heya niha ti agahiyek derbarê zirarên canî belav nebûye.
Qaymeqamê qezaya Pişder, Bekir Bayiz ji Rûdawê re ragihand, “firokeyên Tirkiyê derdora gundê Şênê û nêzîkî avahî û xaniyên xelkê bombebaran kirine.”
Bekir Bayiz got, “bi kêfxweşî ve zirarên canî nebûne, lê zirar gihîştiye hejmarek xanî û avahiyên gundiyan.”
Bayiz destnîşan kir, Şênê gundekî dûr û nêzîkî sînorê Îranê ye û xelkê gund ajeldarî û cotkariyê dikin.
Ji aliyek din ve wezereta berevaniya Tirkiyê di malpera xwe a Twitterê de da xûyakirin ku êrîşek ezmanî li himber devera Qendilê kiriye. Tirkiye îdia dike ku di vê êrîşê de 10 çekdarên PKKê hatinekuştin û birîndar bûne, lê belê PKK di vê barê de hîn ti tişt negotiye.