Li Duhokê erdhejek pêkhat
Çile 27, 2021 12:41 Asia/Tehran
Rêveberiya giştî ya avhewa û erdhejên herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku erdehejek li Duhokê pêkhatiye.
Îro 27.01.2021ê rêveberiya giştî ya avhewa û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, demjimêr 07:50ê erdhejek bi hêza 4.3 li gor rîxterê, 7 kîlometreyan dûrî Duhokê pêkhatiye.
Herwaha hat ragehandin erdhej 21 kîlometreyan di kûrayiya bin erd de bûye û ti ziyanek li dû xwe neaniye.