Berwarî ser serdana Akar bo Bexda û Hewlêrê nîşaneya şer û êrişeke nû da zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323369-berwarî_ser_serdana_akar_bo_bexda_û_hewlêrê_nîşaneya_şer_û_êrişeke_nû_da_zanîn
Hîndekar û mamosteyê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir ku serdana fermandarên şerê taybet ên Tirkiyê Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2021 10:02 Asia/Tehran
  • Berwarî ser serdana Akar bo Bexda û Hewlêrê nîşaneya şer û êrişeke nû da zanîn

Hîndekar û mamosteyê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir ku serdana fermandarên şerê taybet ên Tirkiyê Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e.

Siyasetmedarê Herêma Kurdistanê û  mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar û heyeta pê re ya bi rayedarên Iraqê re û piştre ya bi raydarên Herêma Kurdistanê re di çarçova pêşvebirina şerekî nû li dijî PKKê nirxand. 

Dr. Berwarî bal kişand ser hevdîtina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û got, rojên metirsîdar li pêşiya gelê Kurd (ê Iraqê û Tirkiyê) ye.

Dr. Berwarî anî ziman ku di vê qonaxê de ku rewşeke aloz li Rojhilata Navîn û bi taybet li ser gelê Kurd li Iraq, Sûriyê û Tirkiyê heye, rewşekî giran, aloz û metirsîdar e û got: “Li gorî çavdêriyên min dibe Tirkiye û Iraq li ser hinek xalên girîng di çarçoveya berjewendiyên hevbeş û hêlên stratejîk de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî li hev kiribin.