Çile 11, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • Şandeke ewlekariya Iraqê ji bo navçeyên Kurdistanî serdana Hewlêrê dike

Hat ragihandin ku çav li rê ye di demeke nêzîk de, şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê ji bo gotûbêjkirina rewşa navçeyên Kurdistanî serdana Hewlêrê bike û bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bicive.

Li gor zanyariyan biryar e di demeke nêzîk de şanda hikûmeta Iraqê bi armanca gotûbêjkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û vegera Pêşmerge bo wan navçeyan serdana Hewlêrê bike.

Hat zanîn ku wê şanda Iraqê bi Wezareta Pêşmerge re, danîna rawestgehên hevbeş û xalên hevbeş li gor rêkeftina berê gotûbêjê bike û li ser rewşa navçeyên Kurdistanî bigihin çend biryarên girîng.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev nêzî du sal in Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li ser heman mijaran gotûbêjan dikin û çend protokol û rêkeftin jî di wê derbarê de pêk hatin ku heta niha hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna wan protokol û rêkeftinan gav neavêtiye.

Serepeyv