Çile 10, 2021 18:58 Asia/Tehran
  • Tirkiyê baregeheke nû ya leşkerî li Dihokê ava kiriye

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê qala avakirina baregeheke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li prêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya malpera Melûmeyê, Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku baregeha nû ya hêzên Tirkiyê di cadeya ku baregehên din li parêzgeha Dihokê û zîvala sînorî digihîne hev hatiye avakirin û bi sedan amûrên leşkerî têda ne.

Li gorî gotina van Çavkaniyan, armanca avakirina vê baregehê ji aliyê Tikriyê va ketina zêdetir a nav axa Irqê li nêzikî sînorê Sûriyê û kêleka parêzgeha Nêynewa û Şengalê ye.

Pêştir Hawkar Caf endamê YNKê qala hebûna derdora 50 leşkerxane û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li du parêzgehên Hewlêr û Dihokê kiribû.

 

 

Serepeyv