Li Herêma Kurdistanê 118 kesên din bi Koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 118 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 8 nexweşên din ên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dan û 502 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di 24 saetên dawiyê de 5 hezar û 337 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 118 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 saetan de 502 nexweşên Koronayê piştî wergirtina çareseriyê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, li Silêmaniyê 5, li Germiyan 1, li Raperîn 1 kes, bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 101 hezar û 661 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 66 hezar û 903 kes baş bûne û 3 hezar û 340 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.