Kanûn 20, 2020 04:17 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundiyên Zaxoyê ku xwestin biçin nav baxên xwe hedef girtin

Dewleta Tirkiyê ev du roj in bênavber gundên Zaxoyê topbaran dike. Hate ragihandin ku şêniyên gundê Şilînê dema xwestine biçin nava baxên xwe, ji aliyê qereqolên dewleta Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê ve hatine topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê ji qereqolên xwe yên nava Herêma Kurdistanê gundên girêdayî Zaxoyê topbaran dike. Çavkaniyên herêmî ragihandin gundiyên Şilînê ya ser Batûfayê ku xwestine biçin nava baxên xwe ji aliyê qereqolên dewleta Tirkiyê ve hatine topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyê ku hîn tam ne hatiye piştrastkirin tê guman kirin ku di encama topbaranê de birîndar hebin.

Çavkanî diyar kir baregehên dewleta Tirk ji şêniyên gund re gotine, nabe hun bikevin gundê xwe û ketina gund li wan qedexe kiriye.

Pêr jî qereqola dewleta Tirkiyê ya li Girê Biyê ku di nava axa Herêma Kurdistanê de ye, rêya Hirûr û herêmê topbaran kiribû. Her wiha duh balafirên Tirkiyê jî dîsa gundên Zaxoyê bombebaran kiribûn.

Serepeyv