Kanûn 18, 2020 22:34 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ji wan 47 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 114 kes li Duhokê û 9 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 8 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêr, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 256 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku ji wan 114 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 114 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê ne.

Serepeyv