Li Herêma Kurdistanê 248 kes bi kuoronayê ketine û 11 kes jî ji ber wê mirin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 248 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 11 nexweşên din ên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dan û 163 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên herî dawiyê de 3 hezar û 999 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 248 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.
Her li gor vê daxuyaniyê di nava 24 saetan de 497 nexweşên Koronayê piştî wergirtina çareseriyê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha aşkere kir ku di heyama rojekê de 11 nexweşên Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 99 hezar û 749 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 63 hezar û 719 kes baş bûne û 3 hezar û 267 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.