Serokkomarê Iraqê: Divê daxwazên xwepêşanderan werin bicih anîn
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser xwepêşandanên dawî yên li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyê daxuyaniyek belavkir û da zanîn ku divê li gorî qanûnê û dûrî tundûtujiyê xwepêşander werin parastin.
Li Herêma Kurdistanê bi rojane xelk dijî rewşa xirab ya herêmê û nedana mûçe di nava xwepêşandanan de ne. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê xwepêşadanan de daxuyaniyek belavkir.
Berhem Salih destnîşankir ku xwepêşandana xelkê ya li dijî rewşa xirab mafek rewya ye û got; “Divê bi rêya reformên rast pêngav werin avêtin, saziyên ragihandin bi awayek azad karê xwe bikin.”
Berhem Salih di daxuyaniya xwe de da zanîn ku xwepêşandana xelkê ya ji ber nebûna mûçe û xirabiya xizmetguzariyê, mafek rewa ye û wiha pêde çû; “Ji bo vê pêwîste aliyên peywendîdar daxwazan bibîhin. Divê rewşa xelkê û mûçe çareser bikin, bi rêya reformên rast pêngavên bi lez werin avêtin. Ji bo vê yekê lihevkirin bi Hikumeta Iraqê re ji bo xizmeta xelkê were kirin.”
Serokkomarê Iraqê di dewama daxuyaniya xwe de got ku tundûtujî ne çareserî ye, pêwîst e rêz li daxwazên xwepêşandanên sivîlî were girtin û got; “Divê hikumet karek cidî û lezgîn ji bo çareseriya qeyranê û bicihanîna daxwazên welatiyan bike. Lazim e hêzên asayîşê jî li gorî qanûnê durî tundûtjiyê bisekinin û parastina xwepêşanderan bikin. Divê saziyên ragihandinê jî bi awayek azad karê xwe bikin. Gulle berdan ne rêyek rast e, ez bang li hêzên ewlekariyê dikim daku xwe ji tundûtujiyê dûr bixin. Rê nedin bûyerên nexweş biqewimin.”