Mijdar 14, 2020 22:12 Asia/Tehran
  • Li herêma Kurdistanê 27 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 573 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 573 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 161 kes li Hewlêrê, 102 kes li Silêmaniyê, 260 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê,  30 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 398 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Heya niha 89 hezar û 29 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 2815 kesan jî ji ber vê vîrusê can dane, herwiha  54 hezar û 856 kes jî baş bûne.

Serepeyv