Mijdar 14, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Sê serokatiyên Kurdistanê sibê li ser qutkirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve dicivin

Seroka parlementoya Kurdistanê ragihand, her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî sibê li ser mijara qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve dicivin.

Seroka parlemana Herêma Kurdistanê, Rêwaz Fayîq îro civîneka rojnamevaniyê de ku peyamnêrê BasNewsê jî amade bû, ragihand, ew qanûna ku ji aliyê parlemana Iraqê ve hatiye derxistin, pêwîstî bi nirxandinê heye, loma serokatiya parlemanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya Herêma Kurdistanê dê li ser wê mijarê bicivin.

Rêwaz Fayîq da zanîn, civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dê sibê were kirin û got, emê di civînê de rewşa ku hatiye pêş, binirxînin da ku em bizanin divê em çi bikin.

Seroka parlemana Herêma Kurdistanê anî ziman ku êdî ew qanûn hatiye pesendkirin, ji ber wê jî divê Herêma Kurdistanê li gorî wê hesabên xwe bike. 

Serepeyv