Berdevkê Yekitiya Berhemhênerên Herêma Kurdistanê: "PKK nabe aboriya Herêma Kurdistanê bixe xeterê"
Berdevkê Yekitiya berhemhênerên Herêma Kurdistanê teqez kir ku nabe PKK aboriya Herêma Kurdistanê bixe xeterê.
Mela Yasîn piştî nakokiyên vê dawiyê yên navbera PDK û PKK li Herêma Kurdistanê ku rastî pevçûnên eskerî yên sînordar hat got: "Her cure şer û pevçûn bandora rasterast û nerênî datîne ser aborî, berhemanîn û xebitandian sermayê li Herêam kurdistanê û xwesta giştî eva ye ku Herêm tûşî rewşa nebaş a salên berê nebe ji ber ku ger li herêmê alozî û bêewlehtî hebe, berhemanîn û xebtandian sermayê lawaz dibe û dê bibe baîs kompaniyên biyanî derkevin."
Berdevkê Yekitiya Berhemhênerên Herêma Kurdistanê got ku divê hêzên PKK li herêmê, rewşa herêmê raçav bikin û bi berpirsiyarî rewşê bişopînin ji ber ku herêm bi gelek zehmetiyan gihîştiye rewşa ewlehî û aborî ya niha û ger tiştên çaverênekirî biqewimin herêm dê nekaribe careke din vegerê vê rewşê.