Mijdar 04, 2020 22:00 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: 28 kesêndin bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 392 kes li Hewlêrê, 197 kes li Silêmaniyê, 58 kes li Germiyanê, 16 kes li Raperînê, 283 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 404 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 115 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 205 kes li Duhokê û 22 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê heya niha 80413 kes in û yên ku ji ber vê vîrusê jî mirine gihêştiye 2560 kesî. Herwiha 50697 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

 

Serepeyv