Şandeka hikûmeta Iraqê bo serjimêriya giştî serdana Herêma Kurdistanê dike
Serokê desteya amarê ya Herêma Kurdistanê ragihand, şandeka hikûmeta Iraqê dê bo serjimêriyê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Serokê desteya amarê ya Kurdistanê, Sîrwan Mihemed ji BasNewsê re got, desteya amara Kurdistanê dest bi amadekariyên serjimêriya giştî kiriye ku biryar e dawiya sala bê li Iraq û Herêma Kurdistanê were kirin.
Sîrwan Mihemed her wiha got, bo vê mebestê şandeka teknîkî ya hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike. Em û ew dê li ser çawaniya serjimêriyê û aliyên wê yên teknîkî gotûbêj bikin. Emê li ser şêwaza forma serjimêriyê û wergirtina agahiyan jî gotûbêj bikin da ku her tişt mîna hev bin.
Serokê desteya amara Herêma Kurdistanê da zanîn, di wê bûdceya ku bo serjimêriyê tê terxankirin, pişka Kurdistanê jî tê veqetandin. Me komîteyek jî pêk aniye bo serjimêriya deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê da ku bi Bexdayê re di nav danûstandinê be.