Amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê: yek hezar û 285 pêketin û 18 mirin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên bihorî de 1 hezar û 285 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine û 18 kes ji pêketiyên vîrusê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji duh ve heta îro 6 hezar û 614 pişkinînên taybet bi Coronayê bo destnîşankirina pêketiyan hatine encamdan, ku encama yek hezar û 285 ji wan pişkinînan pozîtîv bûye, ku 580 kes li Hewlêrê, 238 li Silêmaniyê, 440 li Duhokê û 27 li Helebce bûne.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn, ku di nava rojekê de 18 kes ji pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dane ku 2 li Hewlêrê, 9 li Silêmaniyê, 6 li Duhokê û kesek li Helebceyê bûne.
Li gor daxuyaniyê, herî dawî 503 nexweşên Koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara pêketiyên COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 74 hezar û 334 kesan ku 42 hezar 76 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 406 kesan jî canê xwe ji dest dane.