PDK hêzeke taybet li gel çekên giran şande herêma Garê
PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran şande herêma Garê. Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên hêzên PKKê dixwaze bicih bibe û mijûlî çêkirina çeper û baregehên nû dibe.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin PDK ji duh ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzan’î ye şandine bajaroka Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihok’ê. Her wiha hate îddîa kirin PDK’ê pêşmergeyên Roj jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.
Çavkanî diyar kirin hêza Gulan yekser girêdayî Mesrûr Barzaniye û hatiye îdia kirin ji ber pêşmergeyên din nexwestine derbasê herêmên bibin da ku PKKê kontrol bikin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.
Li gorî îdiaya çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bê plaka, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasê herêmê bûne û li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.
Di dîmen de jî diyar dibe hêzeke zêde şandine herêmê hatiye kirin.
Bajaroka Dînartê û deşta Nehlê weke îdarî ser bi navçeya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihok’ê ye. Lê weke herêm dikeve nêzî çiyayê Garê ku weke herêma hêzên PKKê jî tê nasîn.