Cotmeh 23, 2020 23:17 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de 20 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê mirine û hezar û 53 kes jî pê ketine.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê daye zanîn jî, ji duhî de 400 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 67 hezar û 184 kesan. 39 hezar û 207 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 263 kes jî mirine.

Serepeyv