Daxuyaniyab PKK'ê: "Mafê kesên ku Êzdî bi tenê hîştin tune ku PKK wek hêzeke nerewa bizanin"
Konîteya pêwendiyên derveyî ya KCKê bi daxuyaniyekê derbarê lihevkirina hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarêçarenûsa Şengalê, ji vê lihevkirinê û armancên wê rexne kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Komîteya pêwendiyên derveyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê lihevkirina navebra dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê navçeya êzdînişîn a Şengalê daxuyaniyek da.
Li gorî rapora Firat Newsê, Di vê daxuyaniyê da hatioye ku hîn berûlayên vê lihevkirinê bi tamî diyar nîne û Konseya Rêvebriya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku haya wê jê tune û êzdî têda nehatine berçavgirtin û nayê qebûlkirin.
Vê daxuyaniyê bi tundî ji Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê rexne kiriye û ragihandiye: "Nayê pejirandin kesên ku 3ê Tebaxa 2014an gelê êzdî li ber tevkujiya DAIŞê tenêhîştin, niha hêzên ku ji zarên Şengalê hatiye damezirandin û Şengal rizgar kirine, wek hêza nerewa bizanin ku divê ji navçeyê derkeve. Ev gotin ne-siyasî, der-exlaqî, dermirovî û nîşana nebûna wijdana huşyar e. Kesên ku bûn sebeb jinên êzdî li bazara kolefiroşan bên firotin, nikarin derbarê êzdî û Şengalê biryarê bidin."