Cotmeh 13, 2020 23:57 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê tekezî li pêşxistina peywendiyan kirin

Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kuweytê kir û li Koşka El Beyan li gel Şêx Newaf el Ehmed el Subah Mîrê Kuweytê civiya. Di vê hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li Mîr û gel û hikûmeta Kuweytê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo ji destdana xwedê jê razî mîrê berê yê Kuweytê nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Mîrê Kuweytê yê nû Şêx Newaf el Ehmed el Subah kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û pêşketina Kuweytê xwest.

Mîrê Kuweytê jî spasiya vê hevsoziyê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo welatê xwe kir.

Serepeyv