Cotmeh 12, 2020 09:18 Asia/Tehran
  • Xelkê Şengalê dijî hevhatina vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê xwenîşandan li dar xist

Şêniyên Şengalê li dijî lihevkirina vê dawiyê ya navbera dewleta navendî ya Iraqê û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Roj Newsê, Roja Yekşemiyê, 11ê Cotmehê şêniyên Şengalê ji wan Êzidî, ereb, sune û şîeyan wek itiraza li hemberî lihevkirina wajokirî ya vê dawiyê navbera Bexda û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa Şengalê û rêveberiya navçeyê xwenîşandan li dar xistin.

Xwenîşanderan bi rakirina hin plakardan ragihandin ku her biryarekê ku daxwazên gelê Şengalê berçav negire napejirînin û serdestiya Herêma Kurdistanê li sser Şengalê qebûl nakin.

 

Serepeyv