Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kazimî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Îro danê sibê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji aliyê wî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî wê civîn û gotûbêjên Nêçîrvan Barzanî û Kazimî despêkirin ku şend setan dom kir.
Kazimî dê piştî wê hevdîtinê serdana bajarê Silêmaniyê bike.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duhî çû Hewlêrê. Destpêkê bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir, paşê bi serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûnişt.
Bi giştî rojeva civîn û hevdîtinên Kazimî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina arîşeyên navbera dualiyan bi taybet mûçe û bûdceya Kurdistanê, metirsiyên terorê û rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bû.