Balafirên Artêşa Tirkiyê ji şevê din ve gundên Dihokê bombebaran dikin
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şevê din ve herêma Zengelê ya Dihokê, gundê Rezikê yê navçeya Amediyê û geliyê Bazê yê herêma Kanîmasiyê bombebaran dikin.
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê îro gundekî nêzî navenda bajarê Amediyê bomberan kirin. Li gorî agahiyan gundê Rezikê yê dikeve quntara çiyayê Garê 2 km dûrî navenda bajarê Amediyê ye, îro hatiye bombebarankirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandine, êrişeke hemwext li dijî geliyê Bazê yê dikeve herêma Kanîmasiyê ku ew jî girêdayî Amediyê ye, pêk hatiye.
Her wiha li gorî hinek çavkaniyên herêmî ragihandine û di medyaya civakî de jî hatiye parvekirin balafirên şer ên Tirkiyê herêma Zengelê ya dikeve ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirine. Di bomberana şevê din de agir bi herêmê ketiye.
Li gorî agahiyan wesayîteke sivîl li herêmê bûye hedef û di encamê de çend kes birîndar bûne. Lê agahiya birîndarbûna welatiyan heya niha ne hatiye piştrastkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê tên, liv û tevgereke zêde ya balafirên şer li ser herêma Behdînanê heye.
Balafirên Artêşa Tirkiyê 19’ê Tebaxê gundê Kanî Mezinê yê Kanîmasiyê bombebaran kiribûn.