Wezîra Parastinê ya Fransa: Divê serweriya xaka Iraqê were parastin
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî civiya. Di civînê de Parly balkişand ser parastina serweriya xaka Iraqê û rawestandina destwerdanên dewleta Tirkiyê.
Di saetên êvarê de Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê serdana Hewlêrê kir. Parly li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî civiya.
Piştî civînan Parly û Nêçîrvan Barzanî derketin pêşberî çapemeniyê. Destpêkê Barzanî ji ber rola Fransa ya di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştgiriya wê ya bi Herêma Kurdistanê re sipasiya Fransayê kir. Her wiha daxwaza bihêzkirina peywendiyên her du aliyan kir.
Piştre Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî axivî û da zanîn ew ji rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn bifikarin. Her wiha da zanîn divê destwerdan di karûbarên Iraqê de neyên kirin û Fransa piştgiriya parastina serweriya Iraqê dike.
Florence Parly li Bexdayê jî li gel serokkomarê Iraqê civiyabû û di derbarê dagirkerî û êrişên dewleta Tirkiyê de gotûbêj kiribû. Di civînê de her du aliyan diyarkirin divê êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê werin rawestandin û serweriya Iraqê were parastin.