Tîrmeh 23, 2020 12:20 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê meşek li dijî desdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Iraqê hate lidarxistin

Li Silêmaniyê jinên kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyî ya li ser xaka Iraqê meşek lidarxistin. Di meşê de hate gotin, wek jinên Kurd heya dagirkerî hebê ew ê têkoşîna û berxwedana xwe berdewam bikin.

Li Silêmaniyê  li dijî dagirkerî û desdirêjiya artêşa Tirkiyê ser xaka Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) meşek bi dirûşmeya ‘Ji bo berxwedana dijî dagirkeriyê belê’ hate lidarxistin. Di meşê de bi sedan kes beşdar bûn. Meş ji cadeya Saholeke ya Silêmaniyê destpêkir û heya ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam kir.

Di meşê de dirûşmên wek, “Li dijî dagirkeriyê berxwedan”, “Artêşa Tirkiyê bila ji xaka Herêmê derkeve” û “Em li ber desdirêjiyê bê deng namînin” hatin gotin. Her wiha gelek pankart û dovîzên li dijî dagirkeriyê peyam li ser hatibûn nivîsîn, hatin rakirin.

Serepeyv