Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê: "Hêzên artêşa Tirkiyê ketine 45 kîlomitriya kûrahiya Herêma Kurdistanê"
Tîrmeh 19, 2020 23:42 Asia/Tehran
Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê qala ketina hêzên artêşa Tirkiyê navv kûrahiya 45 kîlomitirya axa Herêma Kurdistanê kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Haber7ê, Li gorî agahiyên bidestketî ji Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, hêzên artêşa vî welatî di çarçova êrîşa bi navê "Pencika Pilingê" li dijî PKKê lin Herêma Kurdistanê, heta kûrahiya 45 kîlomitrî pêşda hatine.
Êrîşên asimanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Zab, Heftanîn, Xakûrk, Avaşîn, Basiyan, Gare, Qendîl, Şengal û Karacakê hema wisa didome.