Piştgriya bi şer û merc a rêxistinên kurd ji El-Zurfî
Rêbîn Selam, endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê roja sêşemê bijartina Ednan El-Zurfî serokê firaksiyona El-Nesrê bo bijartina dewleta nû pîroz kir, lê pêşiya wî bo kiryarên ku bibûn sedema işkesta Muhemed Tewfîq, girt.
Selam li gotûbêja bi malpera El-Meselê re got: Kurdan tu pirsgirêkek xwe bi ti kesî re tinen û em pîrozbayiyê dibêjin Ednan El-Zurfî û jê re hêviya serketinê dikin.
Selam ji berpirsê pêkanîna kabûna nû xwest ku bila mafên partiyan û koman biparêze û li gorî qanûnê bi wan re reftarê bike.
Endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê got: Muzakire û gotûbêj li çarçoveya kiryarên partiyên kurd e û saziyên kurd ger ew pêbendê cihanîna qanûna bingehîn û pêkanîna hevsengiyê û beşdariya partiyan li qawetê be, dê piştgiriyê bidin wî.