Salroja bombebarana kîmyawî ya Helebçê ji aliyê Rejîma Bes a Iraqê ve
Îro 25 Reşemê hevgavê 15 Adarê, salroja bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê ji aliyê artêşa Rejîma Bes a Iraqê di sala 1988`an de ye.
Bajarê Helebç li Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî sînorê Îranê, li 25 Reşema1366`an , 15 Adara 1988`an bû armanca bombebarana kîmyawî ya Rejîma Besa Iraqê ku li encama vê êrişê nêzîkî 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Li vê bûyerê , bomberêj û balefirên Sûpêratandard ên firansî yên Rejîma Besa Iraqê, bi firînda li esmanê Helebçeyê, çar bombeyên kîmyawî yên 500 kîlûyî ser xelkê bêpenah ên kurd de ketin.
Li vê êrişê sê cureyên gazên curbicur, gaza Xerdelê, gazên Tabon, Sarîn an somanê û gaza Siyanojenê hatin xebitandin.
Welatên rojavayî ev madên kîmyawî dabûn Rejîma Besa Iraqê.
Barak Obama serokkomarê berê yê Emerîkayê li hevpeyvîna bi rojnama Newyork Times got: Emerîka tevî ku dizanî Sedam li şerê li dijî Îranê çekn kîmyawî bikar tîne, piştgirî da wê.
Beriya êrişa kîmyawî ser Helebçeyê, bajarê Serdeştê li bakurê rojava Îranê, ket ber êrişa Rejîma Sedam.
Rejîma Besa Iraqê li 28 Çilla 1987`an bi bombeyên kîmaywî çar cihên qelebalix ên Serdeştê bombebaran kir ku li encama vê êrişê 119 kes ji xelkê sivîl ê vî bajarî şehîd bûn û zêde ji heşt hezar kes jî ji ber gazên jardar birîndar bûn.