Îbtalkirina hemî merasimên newrozê li Herêma Kurdistanê
Rayedarên Herêma Kurdistanê bona rawestana li ber belavbûna vîrûsa koronayê û girtina pêşiya belavbûna wê li nav xelkê, hemî kombûn û merasimên Newrozê îbtal kirine û nahêlin xelk derkevin cihên tefrîhî û geştyariyê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, tevî ku li navçên curbicur ên Herêma Kurdistanê li salên buhurî merasimên berfireh bona cejna Newrozê bi beşdariya bi hezaran kes ji welatî û geştyaran hatiye lidarxistin û xelk jî li betlaneyên Newrozê li cihên geştyarî, tefrîhî û xwezayê de kom dibûn lê li Newroza îsal çi xebat û civîn tam hatine îbtalkirin.
Rayedarên Herêam kurdistanê ji wan waliyê Hewlêrê û Silêmaniyê û Dihokê ragihandin ku bona girtina pêşiya belavbûna Vîrûsa Koronayê li Herêmê û girtina pêşiyapeiyana wê nav welatiyan, merasimên taybet ên Newrozê hatina îbtalkirin û îzna tu cure kombûnan bo van munasibetan nayê dayîn.