Şeş endamên DAIŞ`ê li Silêmaniyê hatin girtin
Adar 14, 2020 12:28 Asia/Tehran
Medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku şeş endamên DAIŞ`ê yên ber şopandinê li Silêmnaiyê ji aliyê hêzên Asayişê yên vî bajarî ve hatine desteserkirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê malpera Xelkê, li daxûyaniya ku ji hêla medya ewlehiyê ya Iraqê va hatine weşandin, hêzên îstixbaratî û ewlehiyê li parêzgeha Silêmaniyê karîn şeş endamên DAIŞê li Silêmaniyê desteser bikin.
Li gor vê nûçeyê, kesên girtî pêştir li gor xala 4`an a qanûna rawestana li ber terorêc ya Iraqa Federal bi tawana desthebûna li çend operasyonên terorîstî yên DAIŞ`ê ketine ber teqîbatê.
Her wiha hatiye amajekirin ku girtina van kesana dema hizûra wan li navçên curbicur ên Silêmnaiyê bûye.