Mesrûr Barzanî pêşwazî li CÎgirê Sêkrêtêrê Gişt NY kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313738-mesrûr_barzanî_pêşwazî_li_cÎgirê_sêkrêtêrê_gişt_ny_kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li desteyeke NY kir ku ji Cîgir û Rawêjkarê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişk NY ê Girtina Pêşîya Jînosîdan û Serokê Koma Navnetewî ya Lêkolîna ser Tawanên DAIŞ`ê pêk dihat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî pêşwazî li CÎgirê Sêkrêtêrê Gişt NY kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li desteyeke NY kir ku ji Cîgir û Rawêjkarê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişk NY ê Girtina Pêşîya Jînosîdan û Serokê Koma Navnetewî ya Lêkolîna ser Tawanên DAIŞ`ê pêk dihat.

Di hevdîtina Mesrûr Barzanî û Îdama Dîyang de pêgirî ser girîngîya hewlên navnetewî jibo girtina rê li ber jînosîd û komkujîyan taybetî jî tawanên DAIŞ`ê hat kirinê.

Di wê hevdîtinê de herwiha derbarê berfirekirina hevahengîya di navbera Herêma Kurdistanê û NY de jibo belgekirina tawanên DAIŞ`ê û hewlên jibo muhakimekirina encamderên wan tawananan li dadgaheke navnetewî û parastina mafên gorîyên tawanên DAIŞ`ê gotûbêj hat kirinê.

Desteya NY herwiha pesna Herêma Kurdistanê ji ber hewildana jibo parastina mafên pêkhateyên curbicur ên dînî û berfirekirina çanda pêkvejîyana aştîyane ya dînî li wê herêmê da. 

Şêwirmendê Taybet ê Sekretêrê Gişt Netweyên Yekgrtî bo Karûbarên Cenosaydê, Adam Diyang herwiha li Lalişê ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidî ve hat pêşwazîkirin.

Diyang li Lalişê got ku hemû cîhan deyîndarê qurbanîdana Êidiayn e û tekez kir, “ez hatime vê derê daku li ser navê Sekreterê Gişt NY hevsoziya xwe bigihînim hemû qurbanî û rizgarbûyan.”