Îlon 14, 2021 23:47 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê:16 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 363 kes li Hewlêrê, 479 kes li Silêmaniyê, 312 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 saetan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 1487 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 750 kes li Hewlêrê, 377 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 47 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî: heya vê demê  313 hezar 124 kes bi Koronayê ketine û  5 hezar û 630 jî ji ber vê nexweşiyê mirine û  277 hezar û 918 kes jî jê filitîne.

Serepeyv